Sinan Balcıkoca
22 Gulan 2022•Rojanekirin: 24 Gulan 2022
Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî "Mihrîcana Gastronomiyê" ya ku bi himayeya Serokomariyê û piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê va di 21-27ê gulanê da di çarçoveya Hefteya Mitbaxa Tirkan da beşdarî atolyeya xwarinên mitbexa Tirkan bû.

Emîne Erdogan piştî merasima vekirina festîvalê û Hefteya Mitbaxa Tirkan a ku li Perava Gureyê ya li navçeya Edremîtê hat lidarxistin derbasî beşa mitbaxê ya li baxçeya fabrîqeya rûnê zyetê ya kevin hat amadekirin bû. Erdoganê bi şefên navdar û jinên herêmê ra xwarinên tenduristî, ededî û terîfn bêyî ku tişt tên avêtin tên çêkirin xwarin çêkir.
Erdogan di mitbaxa ewil a wir da bi şef Omur Akkor û firûnvan Fatma Erdîlê ra alîkariya çêkirina "çoreka seferberiyê" ya Savaştepeyê kir. Emîne Erdoganê mîkrofon dirêjî Erdîlê kir û terîfa çêkirina çoreka ku pêşî di heyama şer da hatiye çêkirin û demek dirêj kartû nabe sitand û guh da çîroka wê.

Erdogan bi helew û ava bacanan va li tahma çorekê nêrî û ji bo ku ev tahm bigihêje nifşên bê bang kir.
- Erdoganê "kifteya savar a hirçiklî" çêkir
Emîne Erdogan paşê li mitbaxa teniştê bi şef Asuman Kerkez û cotkar Nuray Bozdagê ra "kifteya savar a hirçiklî" ya herêma Meletiyê ku bi qalikên seleteyê yên hişkkirî tê çêkirin gilor kir.
Emîne Erdogan li gor ûsula xwe kifte gilor kir û vê yekê bala şef Asuman Kerkezê kişand û Erdogan jî dema çêkirina xwarinê da behsa mijara "mitaba ku tu tişt nayê avêtin" kir.

Şef Asuman Kerkezê der barê cureyên genimên Tirkiyeyê da agahî dan Erdoganê.
- "Boreka sebzeyên kok" a ku Erdoganê çêkir gelekş hat ecibandin
Emîne Erdogan di beşa dawîn a çalakiya xwarinê da jî derbasî mitbaxa şef Mehmet Yalçinkaya û Emîne Keskîna xwediya marketê bû û "boreka sebzeyên kok" pêça. Erdoganê boreka ku çêkirina wê gelekî zehmet e li gor terîfa wê çêkir ê boreka wê gelekî hat ecibandin.
- Stantên mitbaxa Tirkan geriyan
Emîne Erdogan paşê bi Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy û kesên ni wî ra li stantên mitbaxa Tirkan a li Perava Gureyê geriya.
Erdogan yek bi yek li stantên ku digel xwarinên herêmî û ededî yên li kolanan jî tên firotin dihatin nasandin geriya û li tahma xwarinan nêrî û ji peywirdarên stantan der barê çêkirina xwarinan da agahî hildan.
Di vê navberê da di çarçoveya bernameyan da pirtûka "Mitbaxa Tirkan a bi Terîfên Sedan salî" yên ku bi himayeya Serokomariyê bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê va hat amadekirin hat nasandin.