Çand û huner

Li Mêrdînê çalakiyên "Hefteya Mitbaxa Tirkan" dest pê kir

Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen  | 22.05.2022 - Rojanekırın : 25.05.2022
Li Mêrdînê çalakiyên "Hefteya Mitbaxa Tirkan" dest pê kir

Mardin

Li Mêrdînê di çarçoveya "Hefteya Mitbaxa Tirkan" da çalakî hat lidarxistin û xwarinên herêmî hatin nasandin.

Di çarçoveya "Hefteya Mitbaxa Tirkan" a ku bi serkêşiya Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp erdogan tê pîrozkirin da bi hevkariya Walîtiya Mêrdînê û Şaredariya Bajarê Mezin, Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê û Midûriya Turîzm û Çandê ya Bajêr va li Meydana Cumhuriyetê ya li Artukluya navçeya navend çalakî hat lidarxistin.

Çalakî bi govenda Civaka Hunerên Rapêşiyê ya Mezrunayê va dest pê kir û saziyên civakî yên sivîl stantên ku xwarinên herêmî dinasinin vekirin.

Digel dolmeyên paresûyan, îkbebet, kîbe, îrok û sembuseka ku par hatin tescîlkirintahmên wekî şekirên bayîfan, şerbeta rihanê, koka sûsê hatin nasandin, şekirên bayîfan û şerbet hat îkramkirin.


Di çarçoveya hefteyê da dê li bajêr çalakiyên der barê gastronomiyê da çalakî bên lidarxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.