ÎSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku hevkariya di navbera Îtalya û Tirkiyeyê da wê bandoreke mezin û erênî li ser ticareta Avrasya û Behra Sipî bike û wiha got: "Îtalya û Tirkiye him ji hêla têkiliyên dualî va û him jî di pêşerojê da wê di aboriya kurewî da bandoreke mezin çêkin û du dewletên girîng in. Em ê şirîkatiya Tirkiye û Îtalyayê bikin model."
Davutoglu û Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî beşdarî Foruma Kar a Îtalya û Tirkiyeyê ya ku li Hotêla Wyndham Grand Leventê ya li Stenbolê hat lidarxistin bûn.
Davutoglu di vekirina forumê da axivî û got ku wê Tirkiye û Îtalya paşeroja xwe ya di warê siyasî da bi ya ticarê ra xurt bikin. Davutoglu destnîşan kir ku Îtalya ji bo medeniyeta Behra Sipî û ticaretê navendeke girîng e û got ku Tirkiye jî xeleqa herî dawîn a Rêya Hevreşimê ye ku di hemû Avrasyayê da derbas dibe.
Davutoglu di axaftina xwe da wiha got: "Hevkariya di navbera Îtalya û Tirkiyeyê da wê bandoreke mezin û erênî li ser ticareta Avrasya û Behra Sipî bike. Îtalya ji bo medeniyeta Behra Sipî û ticaretê navendeke girîng e. Tirkiye jî xeleqa herî dawîn a Rêya Hevreşimê ye ku ji hemû Avrasyayê ra derbas dibe. Em ê şirîkatiya Tirkiye û Îtalyayê bikin model."