TUNCELÎ
Gelê Dêrsimê bi daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya der barê dê navê Zanîngeha Tûnceliyê bi navê "Zanîngeha Mûnzûrê" bê guhertin kêfxweş bû.
Rektorê Zanîngeha Tûnceliyê Prof. Dr. Dûrmûş Boztûg daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di daxuyaniyê de bi bîr xist ku di 23yê mijdarê de Serokwezîr hat serdana bajêr û li vir axivî û di axaftina xwe de ragihand ku dê navê Zanîngeha Tûnceliyê bi navê "Zanîngeha Mûnzûrê" biguherînin.
Boztûg got ku Zanîngeha Dîcleyê navê xwe ji Çemê Dîclê girtiye, Zanîngeha Firatê navê xwe ji Çemê Feratê sitandiye û wiha dewam kir: "Dema Serokwezîr hat herêmê, min bi wî û wezîrên gel wî hatibûn re, ev fikra xwe parve kir. Min pêşniyaz kir ku navê zanîngehê jî di vê çarçoveyê de bê guhertin. Lewra 'Mûnzûr' ji bo gelê Tûnceliyê û herêmê yek ji nîşaneyên girîng e. Birêz Serokwezîrê me jî ev pêşniyaz qebûl kir."
- Dewlet girîngiyê dide sembolên ji bo gel girîng in
Rektorê zanîngehê Boztûg got ku ew bi van geşedanan kêfxweş bûn û wiha berdewam kir:
"Dewlet êdî girîngiyê dide sembolên ku ji bo gel girîng in. Dema me Zanîngeha Tûnceliyê ava kir, me dît ku du pirsgirêkên girîng ên gelê herêmê hene. Ji vana yek pirsgirêkên di mijara zimanê zikmakî de ya din jî pirsgirêkên olî ne. Me ji bo çareserkirina pirsgirêkên di mijara ziman de, di lîsans û pêşlîsansê de wek dersên bijarte dersên zazakî û kurmancî kirin bernameyan. Piştre me ji bo perwerdekirina mamosteyan dest bi xebatan kir. Me beşa Ziman û Wêjeya Zazakî damezirand. Sala bê em ê xwendekarên xwe mezûn bikin."