MARDİN
Mamoste Mistefa Behçetê ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê revî û xwe sipart Trikiyeyê, niha li Midyata navçeya Mêrdînê emeletiyê dike.
Mistefayê (50) ku li Qamişloya navçeya Hasekê mamostetiya frensî dikir, sal û nîvek berê ji ber şerê navxweyî, digel xanim û her du zarokên xwe revî û hat Trikiyeyê.
Mistefayê li Midyatê ba xizmên xwe bi cih bû, ji bo debara malbata xwe bike di înşaetan de dixebite.
Mamoste Mistefa ji aliyekî ve di înşaetan de dixebite ji aliyê din ve jî ji bo kul û derdên xwe ji bîra bike, li sazê dide.
"Dixwazim bibim welatiyê Trikiyeyê"
Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dê û bavê wî Tirk in lê belê di salên borî de koçî Sûriyeyê kirine û ew jî li Sûriyeyê ji dayik bûye.
Mistefa got ku ew ji ber şer revîn û hatin Tirkiyeyê lê birayên wî li Sûriyeyê man û wiha dewam kir: "Ez li Sûriyeyê mamoste bûm û min mamostetî dikir, li vir ji ber şert û mercan ez karê xwe nakim û ji bo debara xwe bikim di înşaetan de dixebitim."
Mistefa got:
"Saz lêdan ji bo min pir xweş e. Nimêja xwe dikim, karê xwe xilas dikim û piştre saza xwe digrim destê xwe dest bi lêdana sazê dikim. Ji bo derd û kulên xwe, penaberiya xwe, şer û pevçûnan ji bîr bikim, li sazê didim. Ez nikaribûm saza xwe bi xwe re bînim; lê min ji xizmên xwe re got 'an hûnê ji min re sazek bînin an jî ez ê vegerim Sûriyeyê saza xwe bînim.' Li ser vê ji min re sazek anîn û gotin hewce nîne ku tu vegerî. Lê ligel hemû xweşiyan tu tiştek nakeve şûna welatê mirovan. Li vir ez nikarim mamostetiyê bikim, daxwaza min ew e ku di demeke kurt de vegerim welatê xwe."