TUNCELÎ
Midûrê Çand û Tûrîzma Bajêr Îsmet Hakan Ulaşoglu destnîşan kir ku Muzeya Dêrsimê ji bo herêmê zehf girîng e û wiha got: "Ji çend bajarên kumuzeya wan tunin yek jî em in. Bi çêkirina vê muzeyê ve kemasiyeke me ya mezinê bê çareserkirin û li ser dîroka herêmê jî xebatên bihurgilî yê bên kirin."
Ulaşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Erziromê di sala 2005an de avahiya qişleyê wek "berhema dewra komarê ya ewil" tescîl kiribû û êdî avahiya qişleyê yê bibe muze û ev jî ji bo Dêrsimê zehf girîng e.
"Ji çend bajarên ku muzeya wan tunin yek jî em in"
Ulaşoglu destnîşan kir ku "Muzeya Dêrsimê" ji bo pêşandana berhemên dîrokî yên ku di kolanan de tên dîtin yê bibe cihekê girîng û wiha pê de çû: "Li gor lêkolîn û daneyên ku di destê me de ne dîroka bajarê me xwe digihîne 6 hezar sal berê. Di 6 hezar salan de gelek mîrat û berhem mane. Em li ser wan lêkolînan dikin. Dema ku em berheman bibînin jî cihê me tune ku lê bi cî bikin. Ji çend bajarên ku muzeya wan tunin yek jî em in. Bi çêkirina vê muzeyê ve kemasiyeke me ya mezin yê bê çareserkirin û li ser dîroka herêmê jî xebatên bihurgilî wê bên kirin. Wek mînak, li bajarê me 6 gir hatine tescîlkirin, lê li van giran hê kolanên zanistî nehatin kirin. Dema ku li van deran kolanên zanistî bên kirin bi tenê ji bo dîroka bajarê me na ji bo dîroka herêmê jî gelek daneyên bên bidestxistin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di 23yê mijdarê de çûbû Dêrsimê û di ziyareta xwe de eşkere kiribû ku ew ê avahiya qişleya kevn têkin "Muzeya Dêrsimê".