VAN
Ji ber guherîna avûhewayê hin caran ava Behra Wanê vedikişe. Îsal ava behrê qasî 2 mêtreyan vekişiya û bajarê ku di demên berê de di bin avê da mabû derkete holê.
Tê destnîşankirin ku di 15 salên dawiyê da av herî zêde îsal vekişiya, bi taybetî jî ji hin cihên ku kûr nînin vekişiya.
Bi vekişîna avê va bajarên ku di demên berê da hatibûn avakirin û bi rabûna avê va di bin avê da mabûn jî derketin holê. Kelha Osmaniyan a li Ercîşê jî bi tevahî derkete holê û Xirbeyên Ercîşa berê jî êdî xûya dikin.
Serokê Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Yuzuncuyilê Prof. Alî Fuat Dagu li perava Taxa Çelebibaxê ya Erîşê lêkolîn kir.
Dogu piştî lêkolînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema ku qeydên arkeolojîk dinihêrin dibînin ku li navenda navenda Wanê, Gewaş û Ercîşê yek jî li Xelat û Edilcewaza navçeyên Bidlîsê xirbeyên kevn hene.
Dogu destnîşan kir ku di vê mijarê de mînaka herî baş jî Kelha Osmaniyan e. Dogu diyar kir ku ev kelha di dema Qiraliyeta Urartuyiyan da li perava Behra Wanê hatiye çêkirin û di dema Osmaniyan de jî hatiye nûkirin.
Dogu destnîşan kir ku di salê 1840an de navçeya Ercîşê li perava Çelebibaxê hatiye avakirin û bi rabûna avê va cihê navçeyê hatiye guhertin û wiha pê de çû:
"Pêrava ku av ji vekişiya di demên berê de cihê rûniştinê bûye. Em niha li vî cihî xirbeyan dibînin. Heke av hinekî dîsa vekişe em ê hemû xirbeyan bibînin. Ya herî girîng jî ew e ku dema av 2 metreyan vekişiya xirbeyên bajêr derketin holê. Ev xirbe bi dehan sal di bin avê da man û saxlem man. Kelhên dema Urartuyiyan di bin avê da mane û îro hê jî li pê ne."