Şenhan Bolelli
12 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2023
Nivîskar Mîlan Kunderayê welatiyê Fransa û Çekyayê yê ku di serî da romana "Sivikiya Bêteyax ya Hebûnê" gelek roman nivîsiye di 94 saliya xwe da mir.
Mirina Mîlan Kunderayê ku yek ji nivîskarên herîn girîng yê sedsala 20an e, rojnameya Le Mondeyê ya Fransayê û televizyona dewletê ya Çekyayê ragihand.
Mîlan Kunderayê ku gelek caran ji bo xelata edebiyatê ya Nobelê namzed hatibû nîşandin di sala 1967an bi romana xwe ya "Henek" dest bi kariyera xwe dike.
Kunderayê ku li Brnoyê (Komara Çekê) çêbûye di sala 1981ê da dibe welatiyê Fransayê.
Mîlan Kunderayê ku ji sala 1980yî vir va roportajê nade çapemeniyê, bi berhemên xwe yên weke "Evîniyên Pêkenokî", "Bişirîn û Jibîrkirin", "Jiyan Li Dereke Din e", "Wesiyetên Vajîkirî", "Nemirî", "Nasname" û "Hunera Romanê" derdikeve pêş.
Kundera ku endamên Akademiya Zanist û Hunerê ya Amerîkan û Akademiya Edebiyat û Hunerê ya Amerîkanê ye, Xelata Qudsê (1985), Xelata Edebiyatê ya Ewropayê ya Awusturyayê (1987), Xelata Herderê (2000), Xelata Neteweyî ya Çekê (2007) û Xelata Franz Kafka (2020) di navê da gelek xelat wergirtine.