Dinya

Li Swîsreyê di şewata li barekê derket da 40 kes mirin, piranî jê giran 115 kes birîndar bûn

Salih Okuroğlu, Muhammet İkbal Arslan, Şeyma Yiğit  | 02.01.2026 - Rojanekırın : 05.01.2026
Li Swîsreyê di şewata li barekê derket da 40 kes mirin, piranî jê giran 115 kes birîndar bûn

Burgenland

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Crans-Montanayê ya li Swîsreyê di kêliya pîrozbahiyên serê salê da teqîn çêbû û hat ragihandin ku di teqînê da 40 kes mirin, piranî jê giran 115 kes birîndar bûn.

Polêsê Swîsreyê di civîna çapemeniyê da diyar kir ku li bajaroka Crans-Montanayê ya li başûrê welêt di saet 01.30î da li barekê teqîn çêbû û agir bi barê ket.

Midûrê Ewlehiyê yê Valaisê Frederic Gisler diyar kir ku di teqînê da bûyerê da 40 kes mirin û piranî jê giran 115 kes birîndar bûn.

Rayedaran diyar kir ku piştî bûyerê li Kantona Valaisê rewşa derasayî hat îlankirin, der barê teqînê da lêpirsîn dan destpêkirin û îhtimala êrîşa terorê tuneye. Hat gotin ku li nexweşxaneyên derdorê tedawiya birîndaran dewam dike.

Sedema teqînê hê nehatiye tesbîtkirin. Cihê ku bûyer lê çêbû, ji ber hinceta ewlehiyê hat girtin û li ser Crans-Montanayê biryara qedexeya firînê hat dayîn. Hat gotin ku di kêliya teqînê da li cihê bûyerê ji 100î zêdetir meriv hebûn.

Gisler da zanîn dibe ku di nav qurbaniyan da biyanî jî hebin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın