Sevim Hatun
20 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
NEW YORK
Ahmed Şeybeyê ciwanê misilman ku li New Yorka DYAyê dimîne, bi ûda xwe ku wekî enstrumanekî çanda rojhilata navîn û îslamê tê zanîn, hin berhemên diyar ên muzîka Rojava û hin muzîkên fîlman ji nû ve şîrove dike, li ser medyaya civakî parve dike, zehf tê ecibandin.
Şeybeyê ku li Yemena ji 7 bajarên ku rêveberiya Trûmp li ser welatiyên wê qedexeya têketina DYAyê daniye ji dayik bû ji nûçegihanê AAyê re axivî. Şeybe got ku li welatê wî dibistana muzîkê tune, em bi ked û hewla xwe hînê lêdana ûdê bûye û konsera xwe ya ewil di sala 2007an da daye.
Şeybe da zanîn ku li Misirê salek maye û di avahiya operasyê ya MIsirê konsera ewil daye û ji sala 2012yan vir va li DYAyê dimîne.
-Li DYAyê dest bi dîmenên youtube kir
Şeybe piştî ku barkir DYAyê, li ser hesabê xwe yê Youtube malpera parvekirina dîmenan dîmenê ku lêdana ûdê hîndikin parve kir. Paşê hin berhemên diyar ên muzîka Rojava û hin muzîkên fîlman ji nû ve şîrove kir û parve kir.
Şeybeyê ku ji Almanyayê ji Brezîlyayê şopînerên wî hene, di dîmenan da cih dide gîtar û tefê jî.
-"Ez di nav çandan da pirreyekê çêdikim"
Şeybe got: "Ez di nav çandan da pirreyekê çêdikim. Ez di nav Rojava û Rojhilatê dibim pirre, her du çandan digihînim hev."
Şeybe got ku ew ê di serî de welatên wekî Tirkiye, Hindistan û Almanya û piştre ji welatên cuda yên dinyayê bi muzîsyenan re tevkariyê bike, di dawiya salê de albumek derbixe.