Nihat Kavşut
28 Tebax 2019•Rojanekirin: 05 Îlon 2019
Tahir Fîdanê piştî 36 salan ji Nazîlliya navçeya Aydinê vegeriya Batmanê tevî malbat û xebatkarên xwe salê qederê 600 ton zevzeyên hişkkirî difiroşe çar aliyên welêt.
Fîdanê tevî malbata xwe sala 1980an ji Kurtalana navçeya Sêrtê koçî Nazîlliya navçeya Aydinê kir di 2016an da vegeriya Batmanê û dest bi karê zevzeyên hişkkirî kir.

Tahir Fîdanê tevî 5 zarokên xwe li texma Çemê Batmanê li ser 30 donimî îsot û bacanên reş ji bona hişkkirinê diajo carna jî ji Mêrsîn û Antalyayê dikire.
Fîdan îsot û bacanên reş li malbatên ku bi wan ra li hev kiriye belav dike û malbat hundirê wan derdixin, wek 50 lib di ta ra derbas dikin û li qademe 20 donim ji bona hişk bibin daldiqîne.

Tahir Fîdanê ku li ser înternetê zevzeyên hişkkirî difiroşe di nav da Stenbol, Enqere, Îzmir, Mêrsîn, Edene, Kastamonu, Çorlu û Kayserî bi awayekî komî û perakende zevzeyên hişkkirî bi kargoyê dişîne çar aliyên welêt.
Fîdan diyar kir ku îsot û bacanên reş li malbatên ku bi wan ra li hev kiriye belav dike û wiha got: "Niha em li 15 malan belav dikin û qederê 150 xebatkarên me hene. Em şaraneke îsotan bi 60 û ya bacanên reş jî bi 80 qurişî difiroşin. Em salê qederê 600 ton zevze hişk dikin."
Sînan Fîdanê kurê Tahir Fîdan jî diyar kir bi pêşengiya bavê xwe vî karî dikin û got ku berê me li Aydinê vî karî dikir û niha em li vir bi hev ra vî karî dikin.