Aborî

Warêla petrola brent bi 59,44 dolarî tê firotin

Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 59,44 dolarî tê firotin

Haydar Şahin  | 19.08.2019 - Rojanekırın : 20.08.2019
Warêla petrola brent bi 59,44 dolarî tê firotin

Ankara

Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 59,44 dolarî tê firotin.

Warêla petrola brent roja înê di nav rojê da hetanî 59,54 dolarî hatibû firotin û di dawiya rojê da bi 58,59 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brent ji saet 09.24an pê va li gor roja înê ji sedî 1,45 zêde bû û derkete 59,44 dolarî.

Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 55,55 dolarî hat firotin.

Xalid Falihê Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî diyar kir ku roja paşînê bi teyareyên bêmirov êrîşî santrala wan a li Şeybeyê ya Saudi Aramcoyê kirin. Piştî vê daxuyaniyê bihayê petrolê zêde bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın