Abdullah Tel
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
ANKARA
Bihayê bermîla nefta brentê di muameleya ewil a destpêka hefteyê da nêzî 70 dolarî dest bi rojê kir.
Bihayê bermîla nefta brentê ya ku roja îniyê bi 69,10 dolarî dest bi rojê kir û heta 69,90 dolarî derketibû îro bi 69,79 dolarî dest bi rojê kir. Ji saet 09.30yî vir va qiymeta bermîla nefta brentê ji sedî 0,17 zêde bû û gihîşt 69,92 dolaran.
Bermîla neftê herî dawîn di gulana sala 2015an da 70 dolar bû û heke îro zêdebûna qiymeta nefta brentê dewam bike dibe ku biha bigihîje 70 dolarî.
Di heman deqîqeyan da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava jî bi 64,47 dolarî tê firotin.