Deniz Çiçek Palabıyık
10 Tebax 2021•Rojanekirin: 11 Tebax 2021
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a Hezîrana 2021ê eşkere kir.
Li gor vê li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di hezîranê da li gor gulanê 823 hezar kes kêm bûn û bû 3 milyon û 399 hezar kesan. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê 2,5 puan kêm bû û bû ji sedî 10,6. Rêjeya bêkariyê li gor heman meha par 2,7 puan kêm bû.
Di tîrmehê da rêjeya bêkariyê ya ku çandinî tê da tuneye 2,7 puan kêm bû û wek 12,3 hat hesabkirin.
Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî li gor meha beriyê 0,2 puan kêm bû û bû ji sedî 22,7an.