Nihat Kavşut
2018 ж. 01 мамыр•Rojanekirin: 2018 ж. 02 мамыр
ÎSTANBUL
Meclisa Îxracatkaran ya Tirkiyeyê reqamên îxracata meha nîsanê eşkere kir.
Li gorî daneyên Meclisa Îxracatkaran ya Tirkiyeyê meha nîsanê îxracat gorî heman meha sala par ji sedî 15 zêde bû û derket 13 milyar û 549 milyon dolarî.
Gorî daneyên Meclisa Îxracatkaran ya Tirkiyeyê 4 mehên ewil yên salê îxracat ji sedî 10,4 zêde bû û derket 54,7 milyar dolarî û di heyama 12 mehên dawîn da jî îxracat ji sedî 10,7 zêde bû û derket 161 milyar û 64 milyon dolarî.