Türkan Tosun
31 Tebax 2020•Rojanekirin: 01 Îlon 2020
Aboriya Tirkiyeyê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û tevdîrên ji bo wê tên dîtin tesîreke neyînî dît û di çaryeka duyem a salê da ji sedî 9,9 kêm bû.
Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên çaryeka duyem (nîsan-hezîran) a îsal ya hasileya nav welêt a nesafî (GSYH) eşkere kir.
Li gor vê endeksa hecma hasileya nav welêt a nesafî di çaryeka duyem a salê da ji ber şewba vîrusa koronayê li gor heman heyama par ji sedî 9,9 kêm bû.
Texmîna hasileya nav welêt a nesafî ya bihayê li gor rêgeza hilberînê di 3 mehên duem a îsal da li gor heman heyama sala par ji sedî 1,3 zêde bû û derkete trîlyonek û 41 milyar û 643 milyon lireyî.
Mezinbûna aboriya Tirkiyeyê ji sala 2010an vir va li gorî sal û çaryekan wiha ye:
| Sal | Çaryeka Yekemîn | Çaryeka Duyemîn | Çaryeka Sêyemîn | Çaryeka Çaremîn | Salane |
| 2010 | 7,0 | 8,1 | 8,7 | 9,7 | 8,5 |
| 2011 | 11,7 | 11,5 | 11,6 | 9,9 | 11,1 |
| 2012 | 6,8 | 5,0 | 3,6 | 4,2 | 4,8 |
| 2013 | 8,5 | 9,8 | 8,9 | 6,9 | 8,5 |
| 2014 | 8,7 | 2,9 | 3,7 | 5,9 | 5,2 |
| 2015 | 3,6 | 7,2 | 5,8 | 7,5 | 6,1 |
| 2016 | 4,8 | 4,9 | -0,8 | 4,2 | 3,2 |
| 2017 | 5,3 | 5,3 | 11,6 | 7,3 | 7,5
|
| 2018 | 7,5 | 5,8 | 2,5 | -2,7 | 3 |
| 2019 | -2,6 | -1,7 | 1 | 6,4 | 0,9 |
| 2020 | 4,4 | -9,9 | | | |