Aborî

Wezîr Albayrak rêjeyên mezinbûnê ya aboriyê nirxand

"Berevajî tabloyên bedbîn rêjeya me ya GSYÎHê li gor welatên dinyayê encameke baş derxist holê. Temelê aboriyê saxlem e, xurt e."

Türkan Tosun  | 31.08.2020 - Rojanekırın : 01.09.2020
Wezîr Albayrak rêjeyên mezinbûnê ya aboriyê nirxand

Ankara

 Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak daxuyand berevajî tabloyên bedbîn rêjeya hasileya nav welêt a nesafî (GSYÎH) li gor welatên dinyayê encameke baş derxist holê û wiha got: "Temelê aboriyê saxlem e, xurt e."

Albayrak li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê reqamên mezinbûnê ya çaryeka duyem a salê da peyamek weşand.

Wezîr Albayrak got ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û tevdîrên ji bo wê tên dîtin tesîreke neyînî li ser aboriya dinyayê çêbû, ev tesîr wê di çaryeka duyem a salê da jî dewam bike û wiha pê da çû: "Berevajî tabloyên bedbîn rêjeya me ya GSYÎHê li gor welatên dinyayê encameke baş derxist holê. Temelê aboriyê saxlem e, xurt e."

Albayrak behsa hedefên aboriya neteweyî kir û wiha dewam kir: "Emê vê salê bi pozîtîf xelas bikin. Em bibiryar in ku şopên pandemiyê paqij bikin û wisa bikevin sala 2021an. Emê derketina "V"yê di daneyên GSYÎHyê da bibînin."

- Rêjeyên mezinbûna aboriya welatan

Albayrak di peyama xwe da rêjeya hasileya nav welêt a nesafî (GSYÎH) ya welatan ên çaryeka duyemîn jî parve kir. Li gor vê lîsteyê di rêza ewil da ji sedî 31,7 kêmbûnê va Amerîka, ji sedî 22,8an va jî Îngiltere cih digire.

Nîvendiya Yekîtiya Ewropayê ji sedî 14,1 kêmbûn e, nîvendiya welatên G7ê ji sedî 11,9, ya OECDê jî ji sedî 10,9 e kêmbûn e.

Di rêza dawîn a lîsteyê da ji sedî 9,9an va Tirkiye cih digire.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın