Nihat Kavşut
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Em hewl didin enflasyon di demeke nêzik da dakeve û peyra dakeve asta em dixwazin."
WezîrAlbayrak: "Di heyama nû da polîtîkayeke me ye sereke jî ew e Bankeya Navendî ji her demê zêdetir çalak be."
Albayrak: "Di heyama nû da wê polîtîkayên aboriyê li hev bikin û biryarên hatin hildan wê demildest bi cî werin. Bi hevkariya fîrmayên me û sektora taybet ev pêvajo wê bimeşe û wê eleqeya sermayedarên biyanî û xwemalî li ser aboriya me zêde bibe."
Albayrak: "Di polîtîkaya me da disîplîna budçeyê, enflasyona kêm û reformên bingehîn wê li pêş bin. Di aboriya Tirkiyeyê da îstiqrar û mezinbûneke domdarî wê armanceke sereke be û li gor vê pêşva here."
Wezîr Albayrak: "Em ê planeke guherînên bingehîn, helwesteke giştî û perspektîfeke makroekonomîk ya xurt di xwe da dihewîne eşkere bikin."