İbrahim Atmaca
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2019
ANKARA
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di berfanbarê da ji sedî 0,40, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 2,22 kêm bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 20,30, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 33,64.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di meha berfanbarê da dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 16,33, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 27,01 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 0,40, YÎ-UFE ji sedî 2,22 kêm bû.
TUFE di meha berfanbarê da li gor berfanbara par ji sedî 20,30, YÎ-UFE jî ji sedî 33,64 zêde bû.
Texmîn
Ekonomîstên ku beşdarî Anketa Texmîna Enflasyonê ya AA Fînansê bûn û nîvendiya texmînên enflasyona dawiya 2018an ji sedî 20,36 bû.