Leyla Kaymaz
05 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2023
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di meha hezîranê da di asta mehane da ji sedî 3,92, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 6,5 zêde bû.
Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 38,21 ku ev reqam di 18 mehên dawîn da dakete rêjeya herî kêm. Di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 40,42 ku ev reqem jî di 25 mehên dawîn da dakete rêjeya herî kêm.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha hezîranê vir va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan bihayê xerîdaran ji sedî 59,95 zêde bû, bihayê hilberînerên navxweyî jî ji sedî 86,59 zêde bû.
TUFE di asta mehane da ji sedî 3,92, YÎ-UFE jî ji sedî 6,5 zêde bû.
Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da bû ji sedî 38, 21, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 40,42.
Bi vî awayî enflasyon, di TUFEyê da wek asta herî kêm ya 18 mehên dawîn, di YÎ-UFEyê da jî wek asta herî kêm ya 25 mehên dawîn dakete rêjeya herî kêm.