Aborî

Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Merve Özlem Çakır  | 10.08.2022 - Rojanekırın : 12.08.2022
Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Ankara

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di hezîranê da li gor meha beriyê 0,3 puan kêm bû û wekî ji sedî 10,3 pêk hat. Di vê heyamê da jimara bêkaran bû 3 milyon û 541 hezar kesan.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha hezîranê eşkere kir.

Li gor vê li hemû Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di hezîranê da li gor gulanê 136 hezar kes kêm bû û bû 3 milyon û 541 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê 0,3 puan kêm bû û ji sedî 10,3 pêk hat. Rêjeya bêkariyê li gor heman meha par jî 0,6 puan kêm bû.

Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî li gor meha pêşiyê neguherî û bû ji sedî 20,4.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın