Volkan Kaşik
10 Tebax 2022•Rojanekirin: 11 Tebax 2022
Li Meletiyê heyama derbasbûyî (1ê Tebaxa 2021ê û 31ê Tîrmeha 2022yan) bo 113 welatan 80 hezar û 720 ton mişmişê hişkkirî hat îxrackirin, 375 milyon dolar pere gihîşt aboriya Tirkiyeyê.
Li Tirkiyeyê 22 milyon darên mişmişan hene ku jê 9 milyon li Meletiyê ne.
Mişmişê Meletiyê ji hêla Yekîtiya Ewropayê va hatiye tescîlkirin ku bi îxrackirina wan va feyde digihêje aboriya bajêr.
Li gor daneyên Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê heyama çûyî bo 113 welatan 80 hezar û 720 ton mişmişê hişkkirî hat îxrackirin, û 375 milyon dolar hat qezenckirin.
Bi 11 hezar ton va herî zêde îxracat bo Amerîkayê hat kirin, bi 6 hezar û 942 tonî va bo Fransayê, bi 6 hezar û 32 tonî va bo Almanyayê, bi 4 hezar û 626 tonî va bo Îngiltereyê û bi 3 hezar û 181 tonî va jî bo Brezilyayê îxracat hat kirin.

- "Bi mişmişên hişkkirî va 375 milyon dolar dahat hat bidestxistin ku ev serfirazî ye"
Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand heyama îxracatê ya mişmişên hişk ji 31ê tîrmehê pê va qediya û wiha axivî: "Li gor salên par di îxracatê da hinekî kêmasî heye, lê dîsa jî di dahata me da 35 milyon dolar zêde bûye. Ev gelekî girîng e. Di fêkiyên hişkkirî da ji bo aboriya welêt 1,5 milyar dolar dahat çêdibe ku bi tenê mişmişên hişkkirî va 375 milyon dolar dahat hat bidestxistin ku ev jî serfirazî ye."
Ozcan got herî zêde Amerîkî mişmişan hez dikin ku 11 hezar ton ji bo wan hat îxrackirin, 57 milyon û 317 hezar dolar ji vê îxracatê hat bidestxistin.
Ozcan ji bo îxracatê behsa girîngiya Çînê jî kir û got ew dixwazin îxracata 4 hezar û 925 tonî derxin 10 hezar tonî û wiha dewam kir: "Em ji bo welatên ewropayê jî îxracatê dikin. Herî zêde em îxracatê ji bo Fransa û Almanya dikin. Ji bo bazara wir jî bê parastin û zêdetir bê firotan em têdikoşin."