Keştiya sondajê Ebdulhemîd Xan li Behra Spî gihîşt bîra Yorukler-1ê
Ankara
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez daxuyand ku keştiya sondajê ya 4emîn a Tirkiyeyê ya bi navê Ebdulhemîd Xan ji bo sondaja ewil a li Behra Spî bike gihîşt bîra Yorukler-1ê.
Wezîr Donmez li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha daxuyand: "Ebdulhemîd Xan dia û hêviyên gelê me jî li xwe bar kir, niha li Behra Spî cihê wezîfeya xwe ya ewil Yorukler-1ê ye."
Keştiya xwedî teknolojiya nifşê heftemîn e 238 mêtro dirêj e û 42 mêtro jî ber e. Quleyên wê cot in û 200 muretebat dikarin lê sîwar bin. Keştî dikare heta 12 hezar û 200 mêtroyî sondajê bike.