Aborî

Piştgiriya dewletê ji bo miteşebisan bû deriyê "kar" û "aborî"yê

Li Diyarbekirê welatiyên bi piştgiriya dewletê çewlikan ava dikin û li wan deran heywanan xwedî dikin him alikariya aboriya welêt dikin û him jî feydeya wan digîhîje îstihdamê

Türkan Tosun  | 17.07.2019 - Rojanekırın : 18.07.2019
Piştgiriya dewletê ji bo miteşebisan bû deriyê "kar" û "aborî"yê

Diyarbakir

Li Diyarbekirê welatiyên bi piştgiriya dewletê çewlikan ava dikin û li wan deran heywanan xwedî dikin him alikariya aboriya welêt dikin û him jî feydeya wan digîhîje îstihdamê.

Saziya Piştgiriya Pêşvaçûna Çandinî, Çol û Bestê (TKDK) li herêmê piştgiriyê dide dehan miteşebisan ku ew çandinî û heywandariyê pêşva bibin û gelê herêmê bibin xwedî kar.

Remzî Moço (39) û Ozgur Dogru (42) ji wan kesan in ku bi piştgiriya dewletê ji xwe ra heywanan xwedî dikin û goştê wan difroşin.

Ozgur Dogru bi piştgiriya TKDKyê li navçeya Egilê li ser qadeke 22 hezar mêtroqereyî çewlikeke heywanan a 200 heywan dikarin lê bên xwedikirin ava kir û salê 80 ton goşt bi dest dixe.

- "Ji ber ku feydeya me digîhîje aboriya welêt em kêfxweş in"

Dogru ji TKDKyê milyonek hilda û 3 milyon lire jî xwe li ser zêde kir tevahî bi 4 milyon lireyan çewlikeke heywanan ava kir.

Dogru li vê çewlikê 100 daneyên ji dervayî welêt hatine anîn xwedî dike.

Dogru bi 10 xebatkarên li cem xwe va dixwaze 80 ton goşt derxe 100 tonî û wiha axivî: "Armanca me goştekî biqalîte ye. Ev deynê ser stûyê me ye. Em dixwazin welatiyên me ji goştê li vê derê îstifade bikin. Ji ber ku feydeya me digîhîje aboriya welêt em kêfxweş in. Em him karê heywandariyê û him jî çandiniyê dikin. Em bi xwe êmê xwe çêdikin."

- "Em salê 20 ton goşt bi dest dixin"

Remzî Moço jî par ji sedî 50 hîbe hilda û li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Çandiniyê li ser erdekî 15 hezar mêtroqereyî tesîseke 150 heywan tê da ne ava kir.

Der barê van hibeyan da Moço got ev ji bo miteşebisan karekî pir baş e û wiha axivî: "Em salê 20 ton goşt bi dest dixin. 2 kes jî li cem me dixebitin. Hindik be jî feydeya me digîhîje aboriya welêt."

- "Ji ber ku li Diyarbekirê derfeteke wiha heye em kêfxweş in"

Mustafa Guler (35) jî anî ziman ji ber ku berê li bajêr kar tunebû ew diçû bajarên rojavayê, lê ev du sal e ew li çewlikeke nêzîkî mala xwe dixebite.

Guler kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ji ber ku li Diyarbekirê derfeteke wiha heye em kêfxweş in. Bi saya vê kargehê em pereyan qezenc dikin, debara mala xwe dikin."

- "Ev der ji bo min bû deriyê nan"

Zahîde Takişa par ji Beşa Zootekniya Fakulteya Zîreatê ya Zanîngeha Dîcleyê mezun bûye jî got piştî zanîngehê wê ji xwe ra li çewlikê kar dîtiye û wiha dewam kir: "Ev der ji bo min bû deriyê nan û aboriyê."

Kordînatorê Bajêr yê TKDKyê Hîkmet Guneş jî got ew piştgiriyê didin çandinî û heywandariyê, fabrîqeyên şîr, hêk, mirîşk, masî, fêkî, sebze û firotina van tiştan.

Guneş anî ziman piştgiriya wan a ji bo karên wiha wê dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın