Abdullah Tel
10 Tebax 2018•Rojanekirin: 11 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak Modêla Nû ya Aboriyê ku di encama civînên şêwrê da derket holê bi raya giştî ra parve kir.
Wezîr Albayrak di axaftina xwe ya li Qesra Dolmabahçeyê da li ser naveroka modêla nû sekinî û agahî da.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak destnîşan kir ku pêkanîna serbixwebûna polîtîkayên pereyan wê bibe yek ji prensîbên modêla nû û wiha pê da çû: "Di nêrîna teze ya aboriyê da prensîba me ew e ku bi hemû hevkarên me yên piyaseyê ra têkiliya çalak daynin û pêbaweriyê pêk bînin. Babeteke ku divê wek prensîp dewam bike jî Serxwebûna Bankeya Navendî ye. Prensîbeke din a modela nû ya aboriyê jî zêdekirina qelîteyê ye û ji nû va bicihkirina hevkêşa budçeyê ye."
Wezîr Albayrak di mijara Bankeya Navendî da jî got ku heya ji destê wan tê naxwazin li ser serxwebûna wê nîqaş bên kirin û wiha dewam kir: "Ji roja ku me dest bi wezîfeyê kiriye heta niha di mijara serxwebûna Bankeya Navendî da bi taybetî em pir hesas in. Heta ji destê me hat me xeber neda. Heta me qet xeber neda. Wek prensîp bi taybetî di mijara serxwebûna polîtîkayên pere da ev tevger wê dewam bike."
Der barê gavên ku wê di çarçoveya modêla nû bên avêtin da jî Albayrak got: "Ji bo edilandina aboriyê têkoşîna li hemberî enflasyonê wê gava ewil be. Bi pergala bacê ya ku em ê sade bikin di qada darayiyê da wê pêvajoya guherîneke pir mezin pêk bê."
Albayrak qala xebatên ku tên kirin kir û got: "Me rêjeya deyndayînê ya xezîneya xwe ji sedî 125an daxist ji sedî 110î. Di mehên mayî yên salê da jî em ê vê daxin ji sedî 100î. Emê di heyama qanûndanînê ya nû de bînin parlementoyê ku otorîteyeke regulasyonê ya fînansê ya jor a nû bê avakirin."