Rauf Maltaş
04 Gulan 2022•Rojanekirin: 08 Gulan 2022
Li Şanliurfayê dema berhevkirina gula reş dest pê kir ku li dinyayê bi tenê li navçeya Xelfetiyê hêşîn dibe, xwedî reng û tama resen e û pesendkirî ye.
Xelfetiya ku 9 sal berê ji hêla Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cittaslowê li tora "bajarê aram" hat zêdekirin, bi malên kevir ên dîrokî û bedewiyên xwezayî va wekî "bihişta çavpêneketî" ya herêmê tê zanîn.

Ji hêla qaymeqamtî, şaredarî û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê di 3 serayan da gula reş tê çandin da ku berbelavtir bibe. Piştî serîlêdana Şaredariya Xelfetiyê par ji hêla Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk belgeya tescila işareta coxrafî bo gula reş hat dayîn.
Gula reş a ku bi rengê xwe yê mîna teniyê reş û bêhna xwe va balê dikişîne, bi destpêkirina sezona berhevkirinê va ji hêla xebatkaran tên qetandin.
Îsal ji ber ku zivistanê zêde baran barî, di ber û bereketa gula reş da bi qasî ji sedî 30-40î zêdebûn çêbû.

Kordînatorê Gula Reş a Şaredariya Xelfetiyê Huseyin Akşahin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, yek ji sembolên herî giring ên navçeyê gula reş e.
Akşahin bal kişand ku gula reş, nebateke endemîk e û bi tenê li Xelfetiyê hêşîn dibe û lewma jî ziyaretvanên ku tên navçeyê, dixwazin gula reş jî bibînin.
Akşahin got, ziyaretvanên navçeyê di ziyareta xwe da dikarin li serayên şaredariyê, gula reş ji nêz va bibînin û bêhn bikin.

Akşahin diyar kir ku bereketa îsal zêde ye û wiha dewam kir, "Me dest bi berhevkirina gula reş kir. Ber û berhemê îsal baş e. Niha ziyaretvanên me jî pir in. Duh qolonyavekî Ispartayî hat vir, ava gula reş guvaşt, derxist û bir. Dişîne Îngiltereyê. Berhevkirin dê bi qasî 1-1,5 mehî dewam bike."
Hatice Kubra Kupluyê ku li serayê hundirê serayê geriya, diyar kir ku gula reş, nebateke nadir e û bûye sembola Xelfetiyê.

Makbule Çakmakê jî destnîşan kir, ew ji ber meraqa gula reş ji Entabê hat Xelfetiyê û wiha got, "Min gula reş zehf meraq kir. Me li bêhna wê nihêrî, xweş bû, dibêjin îsal bi ber û berhem e."