Aborî

Li Wanê ber û berhemdariya "toximê piştgiriyê" cotkar kêfxweş kirin

Hakan Sarı  | 17.08.2022 - Rojanekırın : 21.08.2022
Li Wanê ber û berhemdariya "toximê piştgiriyê" cotkar kêfxweş kirin

Van

 Li Ozalpa navçeya Wanê cotkar kêfxweş bûn ku tovên ceh ên ku wekî piştgirî ji bo wan hatin dayîn ber û berhemdariyeke baş jê hat.

Di çarçoveya "Projeya Toxim Ji Me, Hilberîn Ji We" ya Qaymeqamtî, Şaredarî û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Ozalpê da biharê 100 ton toximê ceh ji bo 226 cotkarên navçeyê wekî piştgirî hat dayîn.

Ji 100 ton toximê piştgiriyê yê ku cotkaran reşand, 1500 ton rekolte hat hildan.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Feyzullah Tekiner çû ber serê zeviyan, cotkar ziyaret kirin û der heqê xebatan da agahî sitand.

Tekiner diyar kir, ji toximê piştgiriyê ber û berhemdariyeke baş hat hildan û wiha dewam kir:

"Projeyên me yên piştgiriyê yên ji bo heywandar û cotkarên me dê bidomin. Toximê ku me belav kir hat dirûn û berhemdariya wê ji texmîna me zêdetir bû. Ji 100 ton toximê piştgiriyê me 1000 ton rekolte pêşbînî dikir, lêbelê 1500 ton rekolte hat hildan. Em ji ber vê yekê pir kêfxweş bûn."

Cotkar Ersin Zirekbilek jî wiha got, "Min 2 ton toximê ceh ê piştgiriyê sitand. Ber û berhemdariya wê pir baş e. Ji yekî 15 ber û berhem jê hat. Em dixwazin piştgirî bidomin."


​​​​​​​ Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın