Abdullah Tel
24 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2020
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şanliurfayê Îbrahîm Halîl Peltek diyar kir ku ji bo bi herêmên di Hereketa Kaniya Aştiyê da hatin rizgarkirin ra bazirganî pêş bikeve wê li ser sînorê alî Tirkiyeyê Navenda Bazirganiyê ya Sûriyeyê bê avakirin û ji bo vê jî dest bi xebatên lêkolînê kirin.
Peltek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî Til Ebyad û Resuleyna bajarên Sûriyeyê ji terorê hatin rizgarkirin bazirganiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê ya ji ser deriyên sînor ên li wan deran dihat kirin zêdetir bû.
Peltek bi bîr xist ku deriyê ên sînor ên di navbera Til Ebyad û Akçakaleyê û Resuleyn û Ceylanpinarê da ne ji bo bazirganiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da gelek bi kêr dihatin. Wî got ku di navbera salên 2011 û 2019an da deriyên sînor ên li alî Sûriyeyê ji alî YPG/PKKyê va hatin dagirkirin û wê him ji hêla madî û him jî ji ya menewî va zirar da herdu welatan.
Di berdewamiya axaftina xwe da Peltek got ku ji bo bi herêmên bi Hereketa Kaniya Aştiyê ji terorê hatin rizgarkirin ra bazirganî pêş bikeve ew ê Navenda Bazirganiyê ya Sûriyeyê ava bikin û bo vê jî xebatên lêkolînê dane destpêkirin.