Haydar Şahin
13 Tebax 2019•Rojanekirin: 14 Tebax 2019
Welatî di tetîla Eyda Qurbanê da elqeyeke mezin nîşanî Gola Balixê didin. Gola Balixê ya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ji navendên turîzmê li 2 hezar û 250 mêtre bilindahiyê ye.
Li gola di navbera sînorê Agiriyê û Îdirê da qerebalixiya eydê heye. Li Tirkiyeyê gola herî bilind jî Gola Balixê ye.

Hin malbatan ji xwe ra kon danîn û kampê dikin, hin welatî jî mangalê vêdixin û di ava hênik a golê da sobaniyê dikin.
Nîhat Adayê ziyaretvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tetîla eydê ji bo wan b firsend û bi malbata xwe ra hat Gola Balixê.
Ada wiha axivî: "Ji ber germahiya me xwe avête vê derê. Rewş baş e, hewa hênik e, qad xweş e. Emê kampê bikin û tetîla xwe li vê derê derbas bikin. Ez bi qîz, zava û neviyê xwe ra hatim vê derê."