Li Bidlîsê rakirin û berhevkirina kartolan dewam dike
Bitlis
Li Bidlîsê kartolên ku li ser 50 hezar dekarî zêdetir hatin danîn, tên rakirin û berhevkirin. Cotkar li bendê ne ku îsal 250 hezar ton kartol hildin.
Li bajarê ku wekî "hewzeya kartolan" a Rojhilata Anadoluyê tê pênasekirin, rakirina kartolan dewam dike. Karker li ser zeviyên ku Çiyayê Sîpan pê va dixuyê piştî rakirinê, kartolan berhev dikin û dixin çewalan. Kartol di depoyan da li gorî hûrbûn û girbûnê tên tesnîfkirin û paşê ji nav welêt û derveyî welêt ra tên şandin.
Kartolên ku bi taybetî li ser eraziyên bi xêr û bereket ên navçeyên Tetwan, Xelat û Elcewazê tên çandin, gelekî xweş û bitehm in. Cotkar bi saya piştgiriyên Wezareta Çandinî û Daristanê ji kartolan xêr û bereketê dibînin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Elcewazê Candost Arikbaş ji nûçegihanê AAyê ra got ku Bidlîs di hilberîna kartolan da li Tirkiyeyê di rêza 9emîn da ye û wiha dewam kir, "Li Tetwan, Xelat û Elcewazê li ser 50 hezar dekarî kartol tên reşandin. Ev kartolên ku ji bo tov û xwarinê hatin çandin, êdî tên rakirin û berhevkirin. Îsal 250 hezar ton kartol tê payîn. Ev sal bi sal zêde dibe. Em van kartolan îxracî derveyî welêt jî dikin. Li bajêr hilberîna 6 cure kartolan tê kirin. Tenê li Elcewazê 47 ton kartolê xwarinê tên hilberîn. Kartol hem ji bo hilberîner û hem ji bo karkerên demsalî deriyekî girîng ê debarê ye."
Serokê Odeya Ziraetê ya Xelatê Necat Demirden jî got ku nêzî 100 hezar ton kartol hatin firotin, wek mayî jî di depoyan da tên mihavzekirin. Demirden daxuyand ku ji sedî 20ê kartolan ji Gurcistan, Nehciwan û Azerbeycanê ra tên îxrackirin, kartolên Bidlîsê ji sedî 9ê pêdiviya kartolan a welêt pêk tîne.
Hilberînerê Xelatî Mesut Subaşi jî daxuyand ku kartolên Xelatê bi tehma xwe va li Tirkiyeyê marqe ye û wiha dewam kir, "Ji bo sorkirin, cîpsan û wekî dinê gelek cureyên kartolan li vir çêdibin. Me kartolên xwe rakirin, berhev kirin û anîn depoyan. Xêr û bereketa îsal baş e û hilberîner pê qaîl û kêfxweş in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
