Aborî

Ji îxrackirina zeytûnan cara ewil e evqas pere tê

Tirkiyeyê di heyama 2018-2019an da ji îxrackirina zeytûnên xwarinê 141 milyon û 574 hezar dolar qezenc kir

Abdullah Tel  | 12.11.2019 - Rojanekırın : 20.11.2019
Ji îxrackirina zeytûnan cara ewil e evqas pere tê

Aydın

 Rêjeya zeytûnên xwarinê yên ku di heyama 2018-2019an da hatin îxrackirin li gor pêrar ji sedî 11 zêde bû û 141 milyon û 574 hezar dolar dahat jê hat.

Li gor daneyên ku nûçegihanê AAyê ji Yekîtiyên Îxracatkarên Egeyê berhev kir di heyama 2017-2018an da Tirkiyeyê ji îxrackirina zeytûnên xwarinê 127 milyon û 353 dolar qezenc kiribû lê ev reqam di heyama 2018-2019an da li gor heyama borî ji sedî 11 zêde bû û gihîşt 141 milyon û 574 hezar dolarî. Ji destpêka Komara Tirkiyeyê heta îro cara ewil e evqas zeytûn tên îxrackirin.

Di îxrackirina zeytûnên xwarinê da rekora herî zêde di heyama 2013-2014an da bi 136 milyon û 487 hezar dolarî va hatibû bidestxistin lê ew reqor êdî bi dahata ku ji heyama 2018-2019an va hat, serobin bû.

Almanya di nav welatên herî zêde zeytûn ji Tirkiyeyê îxrac kirin da bi 35 milyon û 874 hezar dolarî va di rêza ewil da, Iraq bi 23 milyon û 952 hezar dolarî va di rêza duyemîn da, Romanya bi 19 milyon û 760 hezar dolarî va di rêza sêyemîn da, Amerîka bi 11 milyon û 358 hezar dolarî va di rêza çaremîn da û Bulgaristan jî bi 6 milyon û 211 hezar dolarî va di rêza şeşemîn da cih girtin.

Cengîz Ulgenê Alîkarê Serokê Borseya Bazirganiyê ya Aydinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wan heyameke ji hêla rekolteyê va bi xêr û bereket bû qedandin û wiha pê da çû: "Xwediyên darên zeytûnan îsal bi kêf bûn. Bi taybetî jî ew prîmên ku ji bo zeytûnan hatin dayîn rê li ber kirînê vekir. Li Aydinê 22 milyon û 193 hezar û 288 darên zeytûnan hene. Ji wan salê 386 hezar û 530 ton zeytûn tê rakirin."

- "Hedefa me 150 milyon dolar e"

Ulgen destnîşan kir ku di qada îxrackirina zeytûnan da jî xeberên xweş ji wan ra tên û wiha pê da çû: "Di Cotmehê da bi bihayê nêzî 13 milyon dolarî va zeytûnên xwarinê hatin îxrackirin. Bi 141 milyon dolar dahata ku ji zeytûnên heyama 2018-2019an hat va rekorek hat bidestxistin. Înşeallah em ê îsal zeytûnên çêtir bifiroşin dervayî welêt. Bi îzna Xwedê em ê ji bo hedefa xwe ya ku di îxrackirina zeytûnên xwarinê da 150 milyon dolar dahat bê bidestxistin bi ser kevin. Di vê mijarê da ji bo îxracatkaran bi her awayî piştgirî tê dayîn û tu gilî û gazineke me di vê mijarê da tuneye."

Ji heyama 2008-2009an vir va dahata ku Tirkiyeyê ji îxrackirina zeytûnên xwarinê qezenc kiriye wiha ye:


HeyamReqam (Hezar dolar)
2008-2009101.034
2009-2010117.533
2010-2011126.528
2011-2012119.305
2012-2013127.004
2013-2014136.487
2014-2015125.453
2015-2016120.161
2016-2017110.488
2017-2018127.353
2018-2019141.574

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.