05 Tebax 2016•Rojanekirin: 05 Tebax 2016
ANKARA
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku endam Alparslan Altan û Erdal Tercanê ku piştî teşebûsa derbeyê ya FETO hatin girtin ji pîşeyê bên derxistin.
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn piştî teşebûsa derbeyê ya FETO der heqê her du endamên ku hatibûn binçavkirin de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Lijneya Giştî di çarçoveya verastkirina der heqê peywirdarên ewlehiyê ya ku Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ya ku di çarçoveya rewşa derasayî de hat derxistin de anî biryar da ku her du endam ji pîşeyê bên derxistin.
Bi biryara ku Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn bi yekdengî sitand endamtiya Altan û Tercan ket.