Türkan Tosun,Önder Beyter,İbrahim Atmaca
08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
ANKARA
Di çarçoveya Rewşa Derasayî de bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (BHK) ya ku hejmara wê 701 e va 18 hezar û 632 xebatkarên kamuyê ji kar hatin avêtin û 148 xebatkarên ku ji kar hatibûn derxistin jî car din vegeriyan ser karê xwe.
Biryarnameya Hukmê Qanûnê (BHK) ya ku hejmara wê 701 e û di çarçoveya Rewşa Derasayî de ji bo hin tevdîr bên dîtin hatiye îlankirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor vê 8 hezar û 632 kesên ku eleqeya wan bi hin sazî, kom an jî rêxistinên terorê re hene û dijî ewlehiya neteweyî xebatan dikin ji karên kamuyê hatin derxistin.
Ji van kesan ra tu teblîxat wê neyê kirin, ewê ji karmendiyê bên derxistin, wê careke din nikaribin vegerin li ser karê xwe û careke din di karên kamuyê de wê neyên wezîfedarkirin.
Ruhsata sîlahê ya van kesan, lîsansa wan a pîlotiyê, pasaportên wan wê bên betalkirin, di nav 15 rojan de ewê ji malên xwe yên kamuyê an jî lojmanan bên derxistin.
Li gor saziyan hejmara kesên ku ji kar hatine derxistin wiha ye;
Ji Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê 3, ji Lijneya Hilbijartina Bilind 1, ji Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê 6, Ji Lijneya Bilind a Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturkê 2, Ji Serokatiya Kar û Barên Diyanetê 240, Ji Bankaya Pêşketinê ya Tirkiyeyê 3, Ji Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê 2, ji Serokatiya Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirkiyeyê 1, ji saziyên girêdayî Wezareta Dadê hezar û 52, ji Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî 1, ji Wezareta Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê 2, ji Saziya Marka û Patentê ya Tirkiyeyê 1, ji Enstîtûya Standartên Tirkiyeyê 3, ji Serokatiya Saziya Ewlehiya Civakî 11, ji Midûriya Giştî ya Saziya Kar a Tirkiyeyê 5, ji Wezareta Giştî ya Tapu û Kadastroyê 7, ji Bankaya Bajaran a A.Şyê 3, ji Wezareta Karên Derva 38, ji Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî 7, ji Midûriya Giştî ya Belavkirina Ceyranê ya Tirkiyeyê ya A.Ş 1, ji Midûriya Giştî yaPetrolên Tirkiyeyê 5, ji Wezareta Ciwanî û Werzişê û dem û dezgehên girêdayî wê 7, ji Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê 21, ji Midûriyeta Giştî ya Kargeriyên Çayê 4, ji Midûriyeta Giştî ya Kargeriyên Çandiniyê 1, ji Wezareta Gumrik û Bazirganiyê 10, ji Wezareta Karên Navxweyî 31, ji Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê 8 hezar û 998, ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 649, ji Fermandariya Ewlekariya Qeraxan 192, ji Midûriyeta Giştî ya Rêveberiyên Mehelî 49, ji Misteşariya Pergal û Ewlekariya Qamûyê 1, ji Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçê 3, ji Wezareta Pêşketinê 2, ji Wezareta Çand û Tûrîzmê 9, ji Wezareta Darayiyê 9, ji Midûriyeta Giştî ya A.Şya Fabrîqeyên Şekir ên Tirkiyeyê 1, ji Seroktiya Rêveberiya Dahatê 6, ji Dezgeha Standardên Mihasebe û Raçevkirinê ya Çavdêriya Qamûyê 1, ji Wezareta Perwerdeya Neteweyî 658, ji Sererkaniyê 10, ji Wezareta Parastina Neteweyî 12, ji Fermandariya Hêzên Bejayî 3 hezar û 77, ji Fermandariya Hêzên Deryayî hezar û 126, ji Fermandariya Hêzên Asîmanî hezar û 949, ji Serokatiya Kargeriya Tesîsên Veguhestina Sotemeniyê û NATO POLê 1, ji Wezareta Karûbarên Daristan û Avê û dem û dezgehên girêdayî wê 6, ji Wezareta Tenduristiyê û dem û dezgehên girêdayî wê 90, Ji Midûriyeta Giştî ya Rêbejayê 3, ji Midûriyeta Giştî ya Kargeriyên Meydanên Hewageriyê yên Dewletê 4, ji Midûriyeta A.Şya Teşkilata Poste û Têlgirafê 41, ji Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanyariyê 4, ji Midûriyeta Giştî ya A.Şya Pîşesaziya Makîneyên Rêhesinê ya Tirkiyeyê 1, ji Rêhesinên Dewletê yên Komara Tirkiyeyê 1, ji Saziyên Hîndekariya Bilind 251 kes (199 akademîk, 52 îdarî).
- 148 kes îadeyî peywira xwe ya di qamûyê da kirin
Bi BHQya Jimare 701 ku di çarçoveya Rewşa Awarte da hat derxistin va 148 kes bo peywira xwe ya di qamûyê da hatin îadekirin.
Heger ev personelên navborî, 10 roj piştî destpêkirina meriyeta vê qanûnê, dest bi peywirê nekin, dê wisa were hesêbkirin ku xwe ji peywirê vekişandine. Herwiha di vê çarçoveyê da dê mafên wan ên darayî û sosyal yên ku ji dîroka ku ji peywira qamûyê hatin derxistin û heta dîroka ku hatin îadekirin, bên dayîn.
Kesên ku hatin îadekirin li gor saziyên wan wiha ne:
"Serokatiya Kar û Barên Diyanetê 30, Fona Sîgorteyê ya Mewduata Teserûfê 1, Midûriya Giştî ya Saziya Kar a Tirkiyeyê 1, Midûriya Giştî ya Ş.A. Hilberîna Ceyranê 1, Wezareta Xida, Çandinî û Heywandariyê 6, Wezareta Perwerdeya Neteweyî 1, Fermandariya Hêzên Bejahî 58, Fermandariya Hêzên Esmanî 27, Fermandariya Hêzên Behrewanî 15, Saziyên Hîndekariya Bilind 8 kes."
- Rutbeya hezar û 526 kesan hat hildan
Ji kesên ku ji saziyan hatine teqawudkirin, bi dilê teqawud bûne, îstifa kirine û ji ber sedemeke din veqetiyane û li gor Lijneya Ewlehiya Neteweyî biryar hatiye dayîn ku têkiliya wan bi rêxistinên terorê ra hene, li dijî ewlehiya neteweyî ya dewletê fealiyet kirine an jî bi wan ra têkiliya wan hene û hatine tesbîtkirin rutbeya wan hat hildan. Li gor vê ji Artêşa Tirkiyeyê rutbeya 324 kesan, Ji Midûriya Giştî ya Emniyetê rutbeya hezar û 167 kesan û ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan rutbeya 35 kesan hat hildan.
Ji xwendekarên ku tabiê "Qanûna Telebeyên ku Dişînin Welatên Ecnebî" ne têkiliya kesekî ji xwendekariyê hat birîn.