ANKARA
Lijneya Wezîran li ser pêşniyaza Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî ji bo ku demokrasî, hiqûq û azadî bê parastin û xurtkirin li welêt ji bo 3 mehan biryara rewşa derasayî (OHAL) da.
Li gor madeya 119emîn a Zagonê rewşa derasayî dema ku "afat û rewşa nebaş a aboriyê çêdibe" û "bûyerên tundiyê zêde dibin û pergala kamuyê xirab dibe" tê îlankirin.
Li gor madeya 120emînya Zagonê ku dibêje "Ji ber sedema zedebûna bûyerên tundiyê û pergala kamuyê xirab dibe rewşa derasayî îlan kirin", Lijneya Wezîran bi serokatiya Serokomar dicive. Piştî ku fikr û nêrina Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî jî tê guhdarkirin an li giştiyê welêt an jî li çend herêman bi şertê ku 6 mehan derbas nebe, dikare rewşa derasayî îlan bike.

- Biryara Rewşa Deresayî di Rojnameya Fermî da hat weşandin
Biryara Rewşa Derasayî ya ku Lijneya Wezîran ji bo parastin û xurtkirina hiqûq, azadî û demokrasiyê bi pêşniyaza Lijneya Ewlehiya Neteweyî (LEN) ji bo 3 mehan îlan kir di Rojnameya Fermî da jî hat weşandin.
- Biryara OHALê radestî Serokatiya Meclisê kirin
Tezkereya Serokwezîriyê ya biryara rewşa derasayî (OHAL) ya ku Lijneye Wezîran da û di Rojnameya Fermî da hat weşandin, radestî Serokatiya Meclisê kirin.
Li ser pêşniyaza Lijneya Ewlehiya Neteweyî, bi mebesta ku demokrasî, hiqûq û azadî werin parastin û xurtkirin ji bo 3 mehan biryara OHALê hat dayîn. Tezkereya li ser biryara Lijneya Wezîran îro wê li Lijneya Giştî ya Meclisê li ser were sekinîn.
Di madeya 121emîn a Zagonê ya ku der barê verastkirina rewşa derasayê dike de wiha tê gotin: "Meclis dikare dema rewşa derasayî biguherîne. Li ser daxwaza Lijneya Wezîran her carê bi şertê4 mehê derbastir nebe, dikare demê dirêj bike an jî rewşa derasayî ji holê rake. Di rewşa derasayî ya ku li gor madeya 119emîn tê îlankirin, pere, mal û berpirsyariya xebatê ya welatiyan, ji bo hemû rewşên derasayî cuda cuda û li gor rêbazên madeya 15emîn a Zagonê tên verastkirin. Mafên bingehîn û azadî wê çawa bê sînorkirin û bê sekinandin, tevdîrên rewşa derasayî wê çawa bên hildan, kîjan berpirsyariyê wê bidin kîjan xebatkarên kamuyê, di rewşa wezîfedaran de wê kîjan guherîn çêbibin û usulên rêvebiriya derasayî ev hemû tişt li gor Qanûna Rewşa Derasayî tên verastkirin. Di dema rewşa derasayî de Lijneya Wezîran bi serokatiya Serokomar ve dema ku hewce bike dikare biryarnameyên ku hikmê wan wek qanûnê ye derxe."
- Dem û usûl di rêziknameya navxweyî de tê eşkerekirin
Ev biryarname di Rojnameya Fermî da tên weşandin û pêşkêşî TBMMyê tê kirin. Dema ku meclisê pesend kir dem û usûl di rêziknameya navxweyî de tê eşkerekirin.
Di madeya 15emîn a Zagonê ya bi serenava "Sînorkirina mafên bingehîn û azadiyan" de wiha tê gotin: "Dema şer, seferberî, rewşa derasayî û rêvebiriya awarte de berpirsyariyên ku ji ber hiqûqa navneteweyî derdikevin holê bêyî ku bên îxlalkirin, mafên bingehîn û azadî qismî an jî bi temamî dibe bên sekinandin. An jî ji bo van mafan li dijî temînata Zagonê tevdîr dibe bên dîtin. Dema rewşên ku di fiqreya yekemîn de hatine eşkerekirin biqewimin, rewşên li gor hiqûqa şer, mirin ne tê de nikarin têkilî mafê jiyanê, hebûna madî û menewî bibin. Zor nikare li ser tu kesî bê kirin ku ew dîn, wijdan, fikr û qinyatên xwe eşkere bike. Tu kes nabe ji ber van bê sûcdarkirin. Sûc û ceza li gor rabirdûyê bê dayîn. Heta ku dadgeh biryarê nede û sûcê kesekî bê eşkerekirin, nabe kesek wekî sûcdar bê nîşandan."
- Tevdîrên cur bi cur
Di beşa bi sernavê "tevdîrên di dema tevgerên tundiyê da" ya Zagona Rewşa Derasayî da ev tevdîrên cur bi cur hene, "qedexekirin an jî astengkirina derketina derva, li ciyên cur bi cur û hin saetan da astengkirin an jî qedexekirina wesaît, meş û kombûnê, di wesaîtan da lêgerîn kirin, destdanîna ser amûrên sûc, lêgerîna kesan, ji bo welatiyan û kesên ku ji derva tên mecbûriyeta nasnameyê û destdanîna ser amûrên ku delîl in."
Dibe ku ji saziyên kamuyê, saziyên taybet ên girîng û bankeyan bê xwestin ku ewlehiya xwe ya navxweyî pêk bînin û tevdîrên ewlehiyê hildin.
- Gerandina her cure çekê tê qedexekirin
Biruhsat an jî bêruhsat li ser xwe gerandina çek û guleyan tê qedexekirin.
Çêkirin û belavkirina her cure cebilxane, bombe, teqemenî û madeyên radyoaktîf tên qedexekirin. Wek mayîn dema hewcedarî çêbe eşya û hacetên ku di çêkirin û belavkirinê da tên emilandin jî tên komkirin û teslimkirin.
- Wê Lijneya Kordînasyonê ya Rewşa Derasayî were avakirin
Di benda 12emîn a zagonê da tê destnîşankirin ku kordînasyona rewşa derasayî bi destê wezareta ku Serokwezîr û Serokwezîrî tayîn dike tê çêkirin û Lijneya Kordînasyonê ya Rewşa Derasayî ku ji nûnerên wezareta eleqedar pêk tê ava dibe.
Wek mayîn li gor zagonê li herêma ku rewşa derasayî tê îlankirin, ji bo sepandin û şopandinê di serokatiya waliyê herêmê da Lijneya Rewşa Derasayî ya Herêmê tê avakirin. Di lijneyê da waliyên bajaran, rêvebirên saziyan, fermnadarên baregehê û nûnerên ku ji hêla waliyê herêma va tên wezîfedarkirin cî digirin. Li navçeyan jî boruyên rewşa derasayî tên vekirin.
Li gor benda 14emîn a zagonê li ciyê ku rewşa derasayî heye raye di destê waliyan da ye û dema çend bajar bikevin ber raye di destê waliyê herêmê da ye. Lê dema rewşa dersayî berfireh be, kordîne û raye bi dest û kordîneya Serokwezîriyê dikeve destê waliyên herêmê.
Li gor qanûnê, di serdema rewşa derasayî da, bi hemû cure organên weşanê ji bo mukelefiyetên giştî dibe ku îlan bê dayîn, heke hewce bike wê ji bo van mukelefiyetan paşê nivîs jî bê şandin, di rewşên acîl da wê bi devkî bê gotin û heke hewce bike wê paşê bi nivîsê ev bê piştrastkirin. Piştî danezanê divê mukelef hemû pere, mal, milk çi ji wan hatibe xwestin, di maweya diyarkirî da bi awayê ku hatine xwestin radestî wezîfedaran bikin. Heke ji bo xebatê bangî mukelefan hatibe kirin divê mukelef roj û saeta ku hatiye diyarkirî da li ser wezîfeyê hazir bin.
Di qanûnê da tê îfadekirin ku malên ku teslîm girtine û malên ku bi kar anîne wê ji bo vana belgeyê bidine mukelefan. Mukellef bi van belgeyan dikarin serî li meqaman bidin û bedêla mal an xebat, kirê, heq an jî tezmînata wan çi be, li gor kirîn û firotinê ya rewşa derasayî bê nirxadin û wê bistînin. Di qanûnê da tê îfadekirin ku wê Lijneya Rewşa Derasayî an jî buroyên rewşa derasayî wê hemûyan tespîtbikin û heqê wan bidin, ev hemû di qanûnê da hatine nîşandan. Herwiha tê destnîşankirin ku heke heq dereng bê dayîn an jî bi teqsît bê dayin ev ê jî li gor faîza qanûnî paşda bê dayîn. Tê diyarkirin ku wê kesên ku bedêl nesitandibin jî karibin serî li meqamên darazê bidin. Rêya darazê ji bo wan vekiriye.
Di madeya 17emîn a qanûnê da tê destnîşankirin ku wesayit û malên din ên wê ji bo demekê bi kar bînin jî wê paşva bidin xwediyên wan. Tê gotin ku di rêziknameya der barê vesazkirinê de wê ev hemû xisûs hebin.
Divê rewşa derasayî û rêvebiriya awarte neyên tevlihevkirin. Di rewşa derasayî da erk di destê erkanên mulkî da ye, lê di rêvebiriya awarte da erkê didin eskeran.
news_share_descriptionsubscription_contact
