05 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
ÎSTANBUL
12 kesên ku di nav wan da Waliyê Berê yê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutluyê ku di çarçoveya lêpirsînên li ser hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da hatibûn binçavkirin bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin.
8 walî, alîkarekê walî û 3 qaymeqam
Karûbarên li dadgeriyê yê 8 walî, alîkerekê walî û 3 qaymeqamên ku anîn Dadgeha Stenbolê ya li Çaxlayê temam bû.
Hakimtiya Cezayê Silhê ya 3yan a Stenbolê ya nobedar der heqê şikbarên ku Waliyê berê yê Stenbolê Mutlu jî nav wan da ye da bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" biryara girtinê da.
Îfadeya waliyê Stenbolê yê berê Mutlu derkete holê.