Türkan Tosun
25 Sibat 2019•Rojanekirin: 26 Sibat 2019
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak got: "Di sala 2019an da emê 2,5 milyon îstihdama nû bikin rewacê."
Albayrak li Salona Konferansê ya Kuleyên Cot a TOBBê beşdarî bernameya "Seferberiya Îstihdamê ya 2019an" bû û axivî.
Wezîr Albayrak got ji bo tesîra aboriyê ya nebaş li ser KOBÎ, pîşesaz û esnafan kêm bibe wan hin paket eşkere kiriye û wiha axivî: "Meha çûyî şurayek hatibû lidarxistin û Serokomarê me jî beşdar bûbû, wek ku li wir hatibû gotin emê dii sala 2019an da 2,5 milyon îstihdama nû bikin rewacê."
Albayrak der barê pakêta krediyê ya KOBÎyê da wiha axivî: "Me di meha Çileya Paşîn da bi beşdariya 13 bankayan ji bi KOBÎyên me mizgîniya pakêta krediyê ya 20 milyar lireyî dabû. Bi saya vê pakêtê îro pê va 67 hezar û 438 KOBÎyên me 20,3 milyar lire kredî bi kar anîn. Paketa nû tê, emê vê hefteyê eşkere bikin."
Wezîr Albayrak qala pêşketina aboriyê kir û got: "Piştî hilbijartinê pêvajoyeke pir xurt a pozîtîf benda me ye."