Türkan Tosun
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 64,67 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent duh bi 67,25 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 67,75 dolarî. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî bi 64,69 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.30an pê va ji sedî 0,03 kêm bû û bû 64,67 dolar. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 55,04 dolarî hat firotan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser Twîtterê got bihayê neftê pir zêde bûye, divê Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) di vê mijarê da tiştekî bikin lewra aboriya dinyayê nikare li hemberî vê bihayê zêde li ber xwe bide. Piştî tweeta Trump bihayê nefta brent ji 3,7 kêm bû û 64,8 dolar.
Ji hêla din rêvebiriya Amerîkayê der barê şirketa neftê ya dewletê ya Venezuelayê PDVSAyê da biryara mueyîdeyê da. Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyand hemû mal û milkê PDVSAyê ya Amerîkayê hatiye rawestandin, ji kes û şirketên din ra hatiye qedexekirin ku ew bi PDVSAyê ra kar û bazirganiyê bikin.