Haydar Şahin
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 02 Tebax 2019
Li Agiriya ji bo xwedîkirina pez û dewaran bajarekî girîng e ji ber nêzbûna Eyda Qurbanê li bazarên heywanan qerebalixî çêdibe.
Bajarê ku di xwedîkirina pez û dêwêr da li Tirkiyeyê di rêza 4an da cî digre berdestê sibê ji navçe û zozanan heywanan tînin bazarê da ku ji bo qurbanê bifroşin. Pez û dewarê ku li vê derê tê firotinjî piştî kontrolan li kamyonan dikin û dişînin çar aliyên welêt.
Ji ber ku ji Eyda Qurbanê ra hindik ma li bazarê qelebalixî zêde dibe, di navbera heywandaran û kesên dixwazin ji bo qurbanê heywanan bikirin da bazariyeke dirêj tê kirin û dîmenên balkêş derdikevin holê.
Li bazara heywanan bi hezaran pez û dewar li benda firotinê ne, conegayên sîmental ên ku heywandar ji biharê vir da li zozanan diçêrînin jî eleqeyeke mezin dibînin.
"Poyraz"ê conegayê herî mezin û giran ê li bazarê jî bi bihayê xwe yê 15 hezarî va li benda firotinê ye.
Ayhan Berkeyê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo xwedîkirina conegahê tonek tê kedeke mezin dan û ji bo frotinê anîne bazarê.
Berke got ku li gor salên berê îsal heywan erzan in û wiha pê da çû: "Ez ji Koşka gundê Xamurê me. Min ev conegaya par biharê kirî. 3 mehan li zozanê çêriya û paşê min hetanî havînê di tewleyê da xwedî kir. Min îsal jî ji bo 2 mehan şand zozanê çêrand û ji bo qurbanê amade kir. Îro jî anî bazarê. Navê congeyê me yê sîmental Poyraz e. Hema bêje tonek tê. Ez ji bo wî 15 hezarî dixwazim, mişterî hene lêbelê em di biha da li hev nakin. Li benda mişteriyan im."
Atîlla Altugê li bazarê heywanan dikire û difroşe jî diyar kir ku Agirî ji bo heywandariyê herêma tampon e û bazara heywanan a herî mezin ya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li vê derê ye.
Altug got, "Ji her derê pez û dewar tê vê derê û ji vir diçe her derê." û wiha pê da çû:
"Ji eydê ra hindik ma, qerebalixî zêde dibe. Heywanan ji vê derê dibin bajarên li rojavayê welêt. Îsal li gor salên berê heywan erzan in. Pez ji dewran bihatir in. Çêlek di navbera 3 hezar û 500 û 6 hezarî da tên firotin. 40 serî dewarên min hene, ez jî li benda mişteriyan im. Bi taybetî ji vê derê heywanan dibin Bursa, Adapazari û Stenbolê. Çêlekan jî herî zêde dibin Qeyserî û Eskîşehirê. Agirî ji bo heywandariye herêma tampon e û bazara heywanan a herî mezin ya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li vê derê ye."