Deniz Çiçek Palabıyık
21 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2022
Ji serê salê pê va êdî ji bo cî û warên ku meriv pê bilêtê dikevê û tê da fîlmên xwemalî û biyanî temaşe dike, ji bo musabaqayên sporê, pêşbaziyên hespan û konseran baca kêf û şahiyê wê neyê standin.
Der barê mijarê da Biryara Serokomar di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Heta niha ji bo cî û warên ku meriv pê bilêtê dikevê û tê da fîlmên xwemalî û biyanî temaşe dike, ji bo musabaqayên sporê, pêşbaziyên hespan û konseran ji sedî 10 baca kêf û şahiyê dihat standin. Ev bac ji 1ê Rêbendana 2023yan pê va wekî ji sedî sifir hat kifşkirin.
Li gor agahiya ku ji Wezareta Xezîne û Maliyeyê hat hildan, li gor biryarê wê êdî bac neyê standin. Armanca verastkirinê ew e ku seba huner, hunermend û sporê piştgirî were dayîn û temaşevanên wan zêdetir bibe.