24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Senetkaran ya Şirnexê (ESOB) Heşar Haşîmoglu got ku li herêmê ji ber rûdanên neyênî esnaf ji hêla aboriyê va perîşan bû, 330 endamî dezgeha xwe girt.
Haşîmoglu li Silopiya navçeya Şirnexê îqamet dike. Haşîmoglu der barê xerabûna aboriyê û tengasiyên esnaf û senetkaran da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Haşîmoglu daxuyand, li navenda Şirnexê esnaf hin caran kepenkê digre, ji bilî vê dikan vekirî ne, lê li Cizîr û Silopiya tu kes nikare kargehga xwe veke.
Haşîmoglu got ku ji 7ê hezîranê û heta niha li Şirnexê ne tenê esnaf û senetkar, karsazên hemû sektoran di tengasiyê da ne û ji hêla aboriyê va esnaf li ber topavêtinê ye.
Haşîmoglu wiha dewam kir: "Li herêma me ji ber bûyeran esnafê me perîşan bû. Wek ku tê zanîn, bi taybetî jî ev 10-15 roj in qedexeya derketina derva dewam dike û esnaf perîşan bû. Bi rastî cihê hizûr lê tunebe, meriv lê werin kuştin, jixwe mirov naxwaze li ser aboriyê xeberde. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku demildest hizûr û ewlehî were herêmê."
Haşîmoglu destnîşan kir, ji meha hezîranê heta niha 10 an jî 15 kes bûn endamê odeyê, lê ji aliyekî din va jî 330 endamên wan kilît li deriyê kargehên xwe dan, wisa dixuyê ku di mehên pêş da belkî 300-400 endam jî kilîtê li deriyê kargehên xwe bixin.
Haşîmoglu got ku sibê li Enqereyê di civînê da pirsgirêkên esnafan wê were nîqaşkirin, lê mixabin ji ber ku li Silopiya derketina derva qedexe ye, ew nikare biçe beşdarî civînê bibe.