28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Ji ber ku li Sîlopî û Cizîra navçeya Şirnexê qedexeya derketina derva hat îlankirin, deriyê Sînorê Xabûrê hat girtin. Ji ber ku derî girtî ye hem li aliyê Tirkiyeyê hem li aliyê Iraqê kamyonan dane peyê hev û sekinîne.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, deriyê sînor di 14ê berfanbarê da hat girtin û piştra kamyon aliyê Tirkiyeyê zêde bûn. Ji wê demê heta niha 500 tir tenê hatin kontrolkirin û destûr dan ku derbasî Iraqê bibin.
Li aliyê Tirkiyeyê 2 hezar, li aliyê Iraqê jî dora 8 hezaran tir li benda destûrê ne ku derbas bibin.
ji ber ku derî girtiye, wesaît zêde di rêya Nisêbîn û Cizîrê da naçin û nayên.