Aborî

"Hemû operator wê piştî 7ê nîsanê li wir dest bi xizmetê bikin"

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan: "Barkirina Balafirgeha Stenbolê wê di 5ê nîsanê saet 03.00î da dest pê bike û di 7ê nîsanê saet 00.00î da temam bibe. Piştî 7ê nîsanê hemû operator ew ê ji vê derê xizmetê bidin."

Abdullah Tel  | 22.03.2019 - Rojanekırın : 23.03.2019
"Hemû operator wê piştî 7ê nîsanê li wir dest bi xizmetê bikin"

Ankara

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan der heqê balafirgeha nû ya Stenbolê da agahî da û got: "Barkirina Balafirgeha Stenbolê wê di 5ê nîsanê saet 03.00î da dest pê bike û di 7ê nîsanê saet 00.00î da temam bibe. Piştî 7ê nîsanê hemû operator ew ê ji vê derê xizmetê bidin."

Wezîr Turhan bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA), mijarên di rojevê da ne nirxandin û pirsên jê hatin kirin jî bersivandin.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Turhan li ser tewdîrên ji bo Hilbijartina Giştî ya Rêvebiriyên Herêmî ya ku wê di 31ê Adara 2019an da bê kirin sekinî û wiha pê da çû: "Em ji bo rê li êrîşên sîber ên ser hilbijartinê dixwazin bên kirin bigirin tewdîrên hewce dikin hildidin û ji bo hilbijartinê amade ne."

Di mijara xebatên ku wezaret dike da jî Wezîr Turhan agahî da û got ku li seranserên welêt çêkirina rêbejan dewam dike û wiha dewam kir: "Bi saya veberhênaniyên me wesayîteke ji Ewropayê tê wê qet ji ser rê dernekeve û tevlî nav trafîka bajêr nebe û bikaribe heta Şanliurfayê Cîlvegozuyê biçe."

Kar û xebatên heta niha li Balafirgeha Stenbolê hatine kirin jî ji Wezîr Cahît Turhan hatin pirsîn û li ser vê wî jî got: "Li Balafirgeha Stenbolê heta 18ê Adarê bi tevahî 2 hezar û 902 sefer hatin kirin û ji bo 372 hezar û 118 kesan xizmet hat dayîn."

Ji bo Qenal Stenbolê jî Wezîr Turhan mizgînî da û wiha domand: "Di sala 2025an da ev yek ji bo welatê me wê dest bi xizmetê bike û wesayîtên behrê wê ji wir dest bi derbasbûnê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.