Ergin Garip
13 Îlon 2023•Rojanekirin: 14 Îlon 2023
ISTANBUL (AA) - Lûtkeya Helalê ya Cîhanî ya 9emîn û Helal Expo 2023 ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya 10emîn ku Ajansa Anadoluyê tê de weke "Hevkarê Ragihandina Global" cih digire, 23-26ê Mijdarê wê li Navenda Fuarê ya Stenbolê li dar bikeve.
Li gorî daxuyaniya Lûtkeya Helalê ya Cîhanî, xebatên ji bo Lûtkeya Helalê ya Cîhanî û Fuara Helalê berdewam in.
Tirkiyeya ku di "Sedsala Tirkiyeyê ya sala 2025an de îxracata xwe weke 300 milyar dolarî" destnîşan kir, lez da lêgerîna bazarên alternatîf. Tirkiyeya ku niha îxracata ji bo 197 welatan dike, di îxracatê de dahata xwe ya her yekîneyê zêde dike û li ser tiştên alternatîf jî disekine. Di vê çarçoveyê de yek ji potansiyelên herî mezin jî ji bazara helal pêk tê.
Di daxuyaniyê de cih dan fikrên Serokê Lijneya Lûtkeya Helal a Cîhanî û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Discover Eventsê Yunus Ete û hat ragihandin ku bazara helalê ji 7 trilyon dolarî derbas bûye û tê pêşbînîkirin ku di 5 salên bê de bigihêje 10 trilyon dolarî.
Yunus Ete diyar kir ku xebatên ji bo Lûtkeya Helalê ya Cîhanî ya 9emîn û Helal Expo 2023 ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya 10emîn bi lezgînî didomin.
Ete diyar kir ku şirketên ku di îxracatê de li deriyên alternatîf digerin îsal eleqeyeke zêde nîşanî fuarê dan û wiha pê de çû:
"Daxwazên bi hêz ji bo Fuara Helal Expoyê ya ku em ê 23-26ê mijdarê li Navenda Fuarê ya Stenbolê li dar bixin, hene. Fuara ku me par li dar xistibû, ji 39 welatan 446 fîrmayên xwecih û biyanî beşdarî tê de kirin û ji aliyê 31 hezar û 905 kesî ve hat ziyaretkirin. Îsal em li bendê ne ku ji zêdetirî 40 welatan, zêdetirî 500 şirketên navxweyî û biyanî beşdar bibin. Her wiha em di wê pêşbîniyê de ne ku 10 hezar ji wan biyanî, zêdetirî 40 hezar ziyaretvan serdanê bikin.
Her sal şirketên giring ên di warên xurek, teknolojiyên xurekê, kozmetîk, derman, tekstîl/modeya mutewazî de beşdarî fuara me dibin. Îsal jî ji bo beşdariyê ji sektorên bi fînansa Îslamî û turîzma helal re peywendîdar, daxwazeke mezin heye.”