Önder Beyter
17 Tebax 2020•Rojanekirin: 18 Tebax 2020
Li Tirkiyeyê firotina xaniyan bi bandora piştgirî û kampanyayên banqeyên qamûyê va di meha tîrmehê da li gorî salewextê ji sedî 124,3 zêde bû û derket 229 hezar û 357an û bi vî awayî wekî firotina herî zêde ya hemû deman hat tomarkirin.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, îstatîstîkên firotina xaniyan a meha tîrmehê eşkere kirin.
Li gorî vê, li welêt hejmara xaniyên ku meha tîrmehê hatin firotin, li gorî meha derbasbûyî ji sedî 20,7, li gorî heman meha par ji sedî 124,3 zêde bû û derket 229 hezar û 357an û her wiha gihîşt asta rekora hemû deman.
Di firotina xaniyan da Stenbol bi 39 hezar û 432 xaniyan va (ji sedî 17,2) di rêza yekemîn, Enqere bi 26 hezar û 885 xaniyan va (ji sedî 11,7) di rêza duyemîn, Îzmir bi 15 hezar û 614 xaniyan va (ji sedî 6,8) jî di rêza sêyemîn da ye.