Önder Beyter
17 Tebax 2020•Rojanekirin: 17 Tebax 2020
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî di roja yekemîn a şixul da bi 45,16 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent roja înê derket 44,47 dolarî û dû ra bi 44,80 dolarî roj temam kir. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.08an pê va ji sedî 0,8 rabû û bû 45,16 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 42,37 dolarî hat firotin.
Rîska pêla duyemîn a şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya li ser asta dinyayê, tesîreke neyînî li pêşbîniyên li ser teleba neftê ya kurewî û fealiyetên aboriyê dike.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 45,21 û 45,27 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 45,10 û 45,05 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.