Li Tirkiyeyê di tebaxê da Erdexan bû bajarê ku herî kêm avahî lê hatin firotin

Ankara
Li tevahiya Tirkiyeyê jimara firotina xaniyan di meha tebaxê da li gor heman meha par ji sedî 6,8 zêde bû û derket 143 hezar û 319an.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên firotina xaniyan a meha tebaxê eşkere kirin.
Li gor îstatîstîkan li tevahiya Tirkiyeyê jimara firotina avahiyan di tebaxê da li gor heman meha par ji sedî 6,8 zêde bû û derket 143 hezar û 319an.
Di meha tebaxê da bajarê ku herî zêde xanî lê hatin firotin Stenbol e. Li Stenbolê 21 hezar û 814 xanî hatin firotin. Li Enqereyê 12 hezar û 419 xanî, li Îzmirê 7 hezar û 695 xanî hatin firotin.
Bajarê ku herî kêm xanî lê hatin firotin Erdexan, Bayburt û Tuncelî ye. Li Erdexanê 49, li Bayburtê 105 û li Tunceliyê 138 xanî hatin firotin.
Firotina xaniyan di heyama rêbendan-tebaxê da li gor heman heyama par ji sedî 21,3 zêde bû û wekî 978 hezar û 70yî pêk hat.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.