Abdullah Tel
03 Adar 2021•Rojanekirin: 03 Adar 2021
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ji meha sibatê pê va dema li nîvendiya 12 mehan bê mêzekirin bihayê xerîdaran ji sedî 12,81 û ya hilberîneran jî ji sedî 15,14 zêde bû.
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di meha sibatê da ji sedî 0,59, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 1,22 zêde bû.
TUFE di sibatê da li gor berfanbara sala par ji sedî 12,6 û li gor heman meha sala par jî ji sedî 15,6 zêde bû.
YÎ-UFE jî li gor berfanbara sala 2020î ji sedî 3,92 û li gor sibata par jî ji sedî 27,09 zêde bû.
Pêşbînî
Nîvendiya pêşbîniya enflasyonê ya aborînasên beşdarî Anketa Pêşbîniya Enflasyonê ya AA Fînansê bûn, bû ji sedî 0,77.