Aborî

Çandina dexl û denê "dezgeha herî mezin" dest pê kir

İbrahim Atmaca  | 15.10.2020 - Rojanekırın : 20.10.2020
Çandina dexl û denê "dezgeha herî mezin" dest pê kir

Şanlıurfa

 Li Dezgeha Çandiniyê ya Ceylanpinarê ya Midûriya Giştî ya Dezgehên Çandiniyê (TÎGEM) ya Wezareta Çandinî û Daristanê ku li Şanliurfayê dezgeha herî mezin a Tirkiyeyê ye, tovên dexl û den tên reşandin.

Dezgeh di nav dezgehên çandiniyê yên dinyayê da ye û di vê qadê da dezgeha herî mezin e. Li dezgehê ji ceh bigre heta genim, ji nîskan bigre heta garis, ji fistiqê Entebê bigre heta gulberojkan, ji şolikan heta baçîkan gelek ber tên çandin.

Qismekî hilberîna dexl û denên Tirkiyeyê ji vê dezgehê tê û tovên dexl û den ji bo ku saleke din werin hildan, hatin reşandin.

Bi 40 mîbzeran tov tê reşandin, li 587 hezar dekarî genim, li 5 hezar û 400 dekarî ceh, li 4 hezar dekarî bezelyeya êm, li 58 hezar dekarî nîskên sor û li 10 hezar dekarî şolik wê were reşandin.

Alîkarê Midûrê Hilberîna Nebatî ya Dezgehê Muhammet Altiparmak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, wan du hefte berê dest bi çandiniyê kir û li gor plana wan heta nîvê meha berfanbarê wê kuta bikin.

Altiparmak diyar kir ku nêzî 300 karkerî wek du wardiye li ser eraziyên dezgehê çandiniyê dikin û çandinî wê nêzî 2 meh û nîvan dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.