İbrahim Atmaca
12 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2020
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha tîrmehê da li gor heman meha par 0,5 puan kêm bû û berjêrî ji sedî 13,4ê bû. Di vê heyamê da hejmara bêkaran 369 hezar kes kêm bû û bû 4 milyon û 277 hezar kesan.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li ser tîrmehê îstatîstîkên kar eşkere kir.
Li gor vê li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di tîrmehê da li gor heman meha par 369 hezar kes kêm bûn û bû 4 milyon û 227 hezar kesan. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê 0,5 puan kêm bû û bû ji sedî 13,4.
Di tîrmehê da rêjeya bêkariyê ya ku çandinî tê da tuneye 0,6 pûan kêm bû û wek 15,9 hat hesabkirin.
Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî 1,2 pûan kêm bû û bû ji sedî 25,9an. Rêjeya bêkariyê ya salên 15-64an 0,5 kêm bû û bû ji sedî 13,7.