Ekip
2017 ж. 14 желтоқсан•Rojanekirin: 2017 ж. 15 желтоқсан
ANKARA
Bankeya Navendî rêjeya faîza deyndayînê ya paceya lîkîdîteya derengmayî 50 pûan zêde kir û ji sedî 12,25an derxist ji sedî 12,75an.
Bankeya Navendî rêjeya faîza repoya qewlê wê hefteyek e di sedî 8,00an da rêjeya fonkirina marjînal a şevêkê di sedî 9,25an da û rêjeya faîza deyndariya şevekê jî di sedî 7,25an da sabİt hişt.
Lijneya Polîtîkaya Pere ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê di nirxandina xwe da ragihand: "Ji ber zêdebûna enflasyonê, rûdanên darayî yên demên dawîn û tevgerên li ser kifşkirina bihayan rîsk zêde kirine. Di vê çarçoveyê da jî Lijneyê biryar da ku halê xwe yê pereyan bişidîne."